KU | EN | FR | DE | TR

Ev çîrokek ji çîrokên herî bandorker ên dîroka mirovahiyê ye.

Jinek bi sûcdariya zînayê tê navbera girseyekê. Biryar jixwe hatî dayîn. Kes hewl nade ku rastiyê fêm bike, sedemê bipirse an jî wê mirovê fêm bike. Hemû bal li ser cezakirinê ye. Ew kesên ku di nav wê civaka gorsedanin, destên wan tijî kevir in. Civaka girse bi hêrs e. Wijdan jixwe bêdeng bûye.

Yên ku jinê anîne navbera girseyê, di rastiyê de ne jinê, lê Îsa diceribînin. Pirsa wan amade ye:

“Ev jin di dema zînayê de hate girtin. Li gorî qanûna Mûsa divê bi keviran were kuştin. Tu çi dibêjî?”

Gorî civakê ku Îsa bêje “erê emê bi kevirkirinê bikujin” dê bêjin ka te behsa rihmê dikir. Lê ku bibêje na em kevirnakin wê bibêjin tu zagonê binpêdikî.

Lê belê bersiva Îsa jî ew qas xurt e ku du hezar sal in wek neynikek mezin li ber rûyê mirovahiyê dimîne:

“Yê ku ji we bêguneh e, bila kevira yekem ew bavêje.”

Ya ku paşê diqewime hîn jî bandortir e.

Girse carekê bêdeng dibe.

Kes napeyive.

Kes hewl nade ku xwe biparêze.

Kes nabêje: “Belê, lê gunehê min ne qasî yê wê mezin e.”

Berevajî vê, mirov vedigerin hundirê xwe. Tarîtiya xwe dibînin. Kêmasiyên xwe tînin bîra xwe. Guneh û şaşiyên xwe nas dikin. Paşê keviran ji destên xwe berdidin û yek bi yek ji wir diçin.

Pêşî kal û mezin…

Dibe ku ev be aliyê herî balkêş ê vê çîrokê.

Jiber ku ew kesên ku li wir bûn ne bêguneh bûn û ne jî bêkêmasî. Lê ew qas rastgo bûn ku bi rastiya xwe re rû bi rû bibin. Berî ku yên din dadbar bikin, karîbûn li xwe binêrin. Wijdana wan hîn sax bû.

Dema ku ez îro li cîhana ku em tê de dijîn dinêrim, ya herî zêde min difikirîne jî ev e.

Îro mirov ne ji ber ku bêguneh in kevir davêjin; ji ber ku dixwazin gunehên xwe veşêrin kevir davêjin.

Ne ji ber ku bêkêmasî ne, lê ji ber ku dixwazin kêmasiyên xwe veşêrin, yên din dadbar dikin.

Li şûna ku bi tarîtiya xwe re rû bi rû bibin, şaşiyên yên din mezin dikin.

Ji ber ku axaftina li ser xeletiyên yên din ji axaftina li ser xeletiyên xwe hêsantir e.

Li meydanên medyaya civakî, li ekranên televîzyonan, di nîqaşên siyasî de û di jiyana rojane de em her dem heman dîmenê dibînin. Her kes kesekî din dadbar dike. Her kes kesekî din sûcdar dike. Her kes ji kesekî din hesab dixwaze.

Lê bi awayekî ecêb, kes ji xwe hesab naxwaze.

Hemû dozger in.

Hemû dadwer in.

Hemû cezakar in.

Lê kes tawanbar nîne.

Kes xelet nake.

Kes şaş nabe.

Kêmasî yên kesî tune ye.

Bi kêmanî ev e çîroka ku her kes li ser xwe vedibêje.

Lê jiyana rastîn ne wisa ye.

Jiyana rastîn jiyana mirovên bi xeletî, bi lawazî û bi nakokiyên xwe ye.

Jiyana rastîn ne li ser milên mirovên bêkêmasî, lê li ser milên yên ku kêmasiyên xwe qebûl dikin ava dibe.

Carinan ez difikirim ku ger ev bûyer îro qewimiya, gelo dê çi bibûya?

Bi ihtîmaleke mezin Îsa dîsa wê gotina xwe bigota:

“Yê ku ji we bêguneh e, bila kevira yekem ew bavêje.”

Lê ez ditirsim ku vê carê mirov keviran ji destên xwe bernedin û neçin.

Berevajî vê, dibe ku kevira yekem yê herî gunehkar bavêje.

Ji ber ku îro pirsgirêka herî mezin ne guneh kirin e; pirsgirêk ew e ku mirov gunehên xwe înkar dike.

Pirsgirêk ne xeletî ye; pirsgirêk ew e ku mirov xeletiya xwe qebûl nake.

Pirsgirêk ne kêmasî ye; pirsgirêk ew e ku mirov xwe bêkêmasî nîşan dide.

Windabûna mezin a mirovahiyê jî ji vir dest pê dike.

Ji ber ku civakek ne ji ber ku guneh dike, lê ji ber ku bi gunehên xwe re rû bi rû nabê, dest bi çûnê dike.

Civakek ne ji ber ku xeletî dike, lê ji ber ku xeletiyên xwe wek xêrxwazî diparêze, rêya xwe winda dike.

Dibe ku ya ku îro herî zêde pêwîstiya me heye ev be: ne ku em ji dadbarkirina yên din dest berdin, lê ku em berî her tiştî wêrekbûna dadbarkirina xwe bibînin.

Berî ku kevirê bavêjin, li neynikê binêrin.

Dibe ku aliyê herî dijwar û herî bi qîmet ê mirovbûnê jî ev be:

Ku mirov tarîtiya xwe bibîne û dîsa jî li pey rastiyê bimeşe.

Ji ber ku cihê ku wijdan lê dest pê dike, ne gunehê yên din e; lê ew e ku mirov bikaribe bi rastiya xwe re rû bi rû bibe.

By Nûçedan Media

Nûçe - Çand - Huner

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *