Medyaya Îranê vîdyoyek nû weşand ku dikare tansiyona di navbera Îran û Amerîkayê de zêde bike. Di vîdyoyê de hate gotin ku heke binesaziyên enerjiyê yên Îranê werin hedef girtin, ev yek tenê bandorê li ser Îranê nake, lê dê hemû herêmê jî bikeve nav tariyê.
Di wê vîdyoyê de hat gotin: “Heke êrîşek li ser binesaziyên enerjiyê yên Îranê were kirin, herêm dê bikeve nav tariyê.” Bi van gotinan hate îma kirin ku Îran dê li hember her êrîşek bersiveke tund bide.
Ev vîdeo di demekê de hat ku gotegot li ser îhtîmala hedef girtina tesîsên enerjiyê yên Îranê ji aliyê Dewletên Yekbûyî ve zêde bûye. Di rojên dawî de gef û hişyariyên li dijî hev zêde bûne, û îhtîmala hedef girtina binesaziyên enerjiyê jî fikarên li ser bazarên enerjiyê yên cîhanî zêde bike.


Nûçe – Çand – Huner
