Di salên borî de, bi derketina ji wateya sembolîk a dîroka 04.04’an, Federasyona Çanda Agiriyê ya Egeyê wekî “Roja Agiriyan a Cîhanê dest bi pîrozkirina 4 Nîsanê kir û bi vî awayî di dîroka Agiriyê de yekem carî ev yeka pêk anî. Ev pîrozbahîya watedar ji roja yekem ve her sal bi rêkûpêk tê domandin. Îsal jî, pîrozkirina pêncemîn bi konsera hunermendê girîng ê muzîka Kurdî û her weha ê ku bixwe jî ji Agiriyê ye, Şahê Bedo ve hat tac kirin.
Rêveberiya Federasyonê ya ku zêdetir balê dide ser ziman, çand û sosyolojiyê ya herêmê, îsal pîrozkirina Roja Agiriyan a Cîhanê li ser bingeha muzîka Kurdî bi cîh kir û bi vî awayî balekî xurt da ser zimanê Kurdî. Konser bi organîzasyona HîvMuzîk ê pêk hat û salon ji serî heya binî tijî bû.
Di dawiya konserê de, li ser navê Komîsyona Jinan a Federasyonê, Canan Ateş ji hunermend Şahê Bedo re kulîlk pêşkêş kir; her wiha, alîkarên seroktiyê Sebahattin Kaya jî plaket pêşkêş kir. Paşê, di axaftina xwe ya spasiyê de, alîkarê din ê seroktiyê Celalettin Göztepe destnîşan kir ku Federasyona Çanda Agiriyê ya Egeyê xwedî fikirê bingehîn ê pîrozkirinên Roja Cîhanî ya Agiriyan e û ragihand ku belavbûna vê rojê li seranserê welatê wan ji wan re bûye sedema kêfxweşiyê. Göztepe her wiha ji bo tevkariya wan, ji Şahê Bedo û tîma wî re spas kir.
Ji aliyê din ve, di vê roja watedar de, ji ber ku li derveyî welat bû, nikarî beşdarê bernameyê bibe, Serokê Damezrîner û Rûmetê yê Giştî İsmail Kaya û her weha Serokê Giştî Erdal Alaca — ku ji ber bernameyek pêşwext li Agiriyê bû — jî bi silav hatin bibîranîn.








