Di Festîvala Fîlman a Dusseldorfê ya sê rojan de, 29 fîlm dê bi temaşevanan re hevdîtin bikin. Di vekirinê de fîlma “Heval Brako” dê bê pêşandan, û mijara vê salê ya çalakiyê jî wekî “yekîtî û berxwedan” hate diyarkirin.
Festîvala 3’emîn a Fîlman a Kurdî ya Dusseldorfê li salona sînemayê UFA Palas dest pê kir.
Bernameya festîvalê êvara Înê li UFA Palas dest pê kir, lê roja Şemî û Yekşemê jî pêşandan li salonên sînemayê yên UFA Palas û Metropol dê bidomin. Di çarçoveya festîvalê de, bi giştî 29 fîlm dê bi temaşevanan re hevdîtin bikin.
Beşdarên Festîvala Fîlman a Kurdî ya Dusseldorfê, cîgirê serokê Meclîsa Eyaleta NRW’yê Berivan Aymaz, parlamenterê Partiya Kesk Max Lucks û parlamentera Eyaleta NRW’yê Gönül Eğlence bûn.
Derhênerê ji Komûna Fîlmên Rojava, Numan Yiğit jî bi peyamek vîdyoyî beşdarî festîvalê bû. Di vekirinê de Berivan Aymaz û Max Lucksê jî axaftin kirin.
Di roja yekemîn a festîvalê de, Heval Brako bi temaşevanan re hevdîtin kir.
Hat diyarkirin ku hilbijartinên vekirinê û girtinê armanc dikin ku balê bikişînin ser pêşketinên nûjen li Kurdistanê. Ev çalakiya sê rojan dê roja Yekşemê bi merasîma xelatan bi dawî bibe. Mijara festîvalê ya vê salê jî wekî “yekîtî û berxwedan” hate ragihandin.
/Çavkanî:ANF/


Nûçe – Çand – Huner
