Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) banga wê yekê kir ku Enfal wek kampanyayeke jenosîdê li dijî kurdan were naskirin û ev mijar ji bo Neteweyên Yekbûyî (NY) were pêşkêşkirin.

PSKê ji bo bîranîna 38emîn salvegera komkujiya Enfalê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Rejîma Baas a nijadperest û şoven, ji bo tunekirina gelê Kurd, di 14ê Nîsana 1988an de dest bi operasyonên Enfalê kiribû. Li ser van operasyonan 38 sal derbas bûne. Di operasyonên Enfalê de bi hezaran gund, bajarok û mezra hatin rûxandin, 182 hezar kurd hatin kuştin an windakirin. Lê rejîma Baas negihîşt armanca xwe. Gelê kurd, bi fedakarî û têkoşîna xwe ya bi biryar, di sala 1991an de bi Raperînê welatê xwe azad kir û ne tenê tolhildana şehîdên Enfalê, her weha tola hemû şehîdên Kurdistanê hilanî.”
Daxuyaniyê, destnîşan kir ku pirsgirêkên di encama Enfalê de derketinê holê hîn jî çareser nebûne û hikûmeta Bexdayê ji bo çareseriyê ti pêngav neavêtine, banga jêrîn kir:
“Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), bi boneya Roja Enfalê careke din bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû partî û saziyên siyasî yên Kurdistanê dike: Ji bo ku Neteweyên Yekbûyî (NY) Enfalê wekî Jenosîda kurdan nas bike û ragihîne, em destê xwe bidin hev û bi hevra bixebitin.”
/Çavkanî:RûpelNews/

Nûçe – Çand – Huner
