Li ODTÜ Aloziya bi Ala Tirkî: Şer Rû da
Di şêniyên biharê de ku hunermend İlkay Akkaya derket ser dikê, li kampusa Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn (ODTÜ) aloziyek derket holê. Li gor îdiayan, di dema konserê de, komek li beşa jor a tribûnê ala Tirkî vekir û dest bi heqaretkirina sahneyê kir. Ji ber avêtina şûşeyên camê ber bi dikê û jêrê tribûnê, di navbera koma xwendekarên şoreşger û vê komê de pêşî nîqaşek devkî, dûv re jî şer çêbû.
Li dû destwerdana parêzgerên ewlehiyê, şer bi zû de kontrol kirin û hat ragihandin ku koma navborî ji qada çalakiyê hat derxistin. Piştî bûyeran, bernameya konserê ji nû ve hate domandin.
Li medyaya civakî, bi taybetî ji aliyê komên nijadperest û faşîst, postên cihê li ser bûyerê hatin parvekirin. Hat dîtin ku wêne û vîdyo yên xwendekarên ODTÜ hatin armanc kirin û bûyer wek “êrîş li ser ala tirkiyê” hate nîşandan, û hin koman ji bo ketina kampusê hatin gazîkirin. Xelekên xwendekarî vê yekê wek hewildanekî bi mebest a provokasyonê nirxandin.
Ragihandina Rêveberiya ODTÜ
Piştî bûyeran, Rêveberiya Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn bi nivîskî ragihandin kir. Di ragihandinê de hat gotin ku zanîngeh di bin prensîbên azadiya îfade û hevrêziya hevdu de ye. Mixabin gorî ragihandinê xweya bû ku reveberiya zanîngehê provokasyonê nabîne an jî naxwaze bibîne. Sekneke wek ku provokasyona nijadperesta mafdar bibîne hevldide.
Rêveberî jî ragihand ku derbarê bûyeran de lêpirsîn hatiye destpêkirin.



Nûçe – Çand – Huner
