Di doza derbarê Gülistan Doku de, ku demeke dirêje winda bûye, pêşveçûnek girîng çêbû. Hevalê wê yê berê Zeinal Abakarov û bavê wî Engin Yücer ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.

Gülistan Doku, xwendekara zanîngehê ya ku ji 5ê Çileya 2020’an vir ve li Dersimê ji wê agahî tune ye, di lêpirsîna ku li ser hatibû meşandin de, du kesên din jî hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeha Komarê ya Dêrsimê ve tê meşandin de, ji 5 gumanbarên ku hatin şandin dadgehê, lêpirsîna li cem dozger ya hevalê Gulistan Doku yê berê Zeinal Abakarov, Uğurcan Altaş û bavê Zeinal ê ku berê polîs bû Engin Yücer qediyabû.

Abakarov û Yücer, hatin şandin dadgeha cezayê ya nobedar, hatin girtin. Uğurcan Açıkgöz bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat hate berdan. Bi vî awayî, hejmareya kesên girtî di lêpirsînê de gihîşt 8’an.

Lêpirsîna li ser Mustafa Türkay Sonel, kurê parêzgarê wê demê Tuncay Sonel, û Şükrü E., ku di wê demê de parêzvanê parêzgar Sonel bû, hîn jî didome.

6 GUMANBAR BERÊ HATIBÛN GIRTIN

Di çarçoveya lêpirsîna ku 15 gumanbar, di nav wan de parêzgarê wê demê Tuncay Sonel û serbijîşkê Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê Çağdaş Özdemir jî hebûn, hatibûn girtin, polîsê berê Gökhan Ertok, ku tê îddîakirin daneyên SIM karta Gülistan Doku jêbirîye, karmendê berê yê Îdareya Taybet a Parêzgehê ya Dêrsimê Erdoğan Elaldı, diya Zeinal Abakarov Cemile Yücer, Celal Altaş, Nurşen Arıkan û Ferhat Hanedan Güven hatibûn girtin.

Savaş G., ku berpirsiyarê kamerayên ewlehiyê yên Zanîngeha Munzurê bû, û Süleyman Ö. jî bi biryara qedexeya derketina derveyî welat û şertê kontrola edlî hatibûn berdan.

By Nûçedan Media

Nûçe - Çand - Huner

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir