Hişyariya Nû ji Strasbourgê bo Enqereyê
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di civîna xwe ya 9–11 Hezîranê de dîsa mijara nepejirandina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) li ser Selahattin Demirtaş, Figen Yüksekdağ û Osman Kavala ji aliyê Tirkiyeyê ve anî rojevê. Komîteyê bal kişand ku biryarên AİHMê girêdayî ne û ji Tirkiyeyê xwest ku erk û berpirsiyariyên xwe bicîh bîne. Di navenda dosyeyan de biryarên “serbestberdana bilez” a Demirtaş û Kavala hene ku hê jî nehatine bicîh kirin.
Têbînî: Komîteya Wezîran biryarek nû ya serbestberdanê neda; tenê çavdêriya pêkanîna biryarên berê yên AİHMê kir.


Nûçe – Çand – Huner
