KU | EN | FR | DE | TR

Bûyera ku çar roj berê berbangê li navçeya Panosê ya Agiriyê qewimî, di qeydên fermî de tenê wekî “qezaya trafîkê” hate nivîsandin.

Lê rastî pir girantir bû.

Malbatek ji gundekî Milazgirê derketibû û dixwest ji bo dermankirinê here Erziromê. Ew tiştê ku hezaran kesên vê heremê dikin, wan jî dikirin: Ji ber ku li cihê ku dijîn nikarin xizmeta tenduristiyê bistînin, nîvê şevê rê dikevin. Nizanibin ew dawîya ku berê gelek caran li van rêyan qewimîye, vê carê dê wan bibîne, ber bi Panosê —piştî Milazgirê rawestgeha yekem — diçûn.

Piştre minibusek û otomobîla wan ve li hev ketin.

Jineke dayika sê zarokan mir.
Çar kes birîndar bûn.
Dosye hate vekirin.
Rapor hate nivîsandin.
Malperên nûçeyan çend rêzik nivîsandin û wekî “qezayê” derbas bûn.

Lê li wê rêyê tenê mirovêk nemir.

Di hundirê wê otomobîlê de ji malbateke pênc kesî dayik, bav û zarokek hebûn.

Dayik nema ye.
Bav di beşa lênêrîna giran de ji bo jiyanê têkoşîn dike.
Zarok jî bi awayekî giran birîndar e.
Du zarokên din ên ku bi şansê di erebeyê de nebûn, niha di nav bêdayikbûn û jiyaneke perçe-perçe de mane.

Li gor gotinan, yek ji wan zarokan dema ku li dibistanê bû, agahî girt. Mamosteyên wî hewl dan wî aram bikin. Lê zarok ji dest wan revî û bi otostopê pêşî çû Milazgirê, paşê jî Panosê. Li nexweşxaneyê, dema ku ji êş û bêçarîyê dînbûnê nêzîk dibû, mejbûr man ku wî bi bavê wî yê ku di beşa lênêrîna giran de bû, bidin hevdîtin.

Jiyana zarokekî di nav çend demjimêren de perçe-perçe bû. Malbatek xirab bû

Ev çîrok tenê çîroka windakirina kontrola direksiyonê nîne.

Ev çîroka heremekî ye ku bi salan hatiye paşguhkirin.

Ji ber ku li Panosê mirov pir caran nikare dermankirinê bistîne.
Li Milazgirê nikare.
Li Agiriyê û Muşê jî nikare.

Ji bo pizîşkê pispor, ji bo emeliyatê, ji bo dermankirina pençeşêrê, mejbûrin sedan kîlometre rê biçin.

Wanê.
Erziromê.
Bajarên dûrtir.

Nexweş nîvê şevê rê dikevin.
Malbat zarokên xwe bi sedan kîlometreyan dibin.
Kal û pîr li benda ambulansê dimînin.
Jinên ducanî di rêyên xerab de saetan derbas dikin.

Û carinan mirov berî ku bigihîje nexweşxaneyê dimirin.

Carinan jî dema ku dixwaze here nexweşxaneyê.

Ereba ku li ser rêya Panosê perçe-perçe bû, di rastiyê de wêneyê herêmeke bi salan hatiye îhmal kirin e. Kaporteyên şikestî, hesinên xarbûyî, camên hûrbûyî… hemû tenê şopa qezayekê nînin; ew şopên newekheviyê, bêparêziyê û îhmaleke sîstematîk in.

Ji ber ku heke li welatekî mirov ji bo dermankirinê mejbûr be biçin bajarên din, mesele tenê tenduristî nîne.

Ev rasterast meseleyeke mafê jiyanê ye.

Heke mirov ji ber ku mejbûr e bi sedan kîlometreyan rê bikeve dimire, nikare tenê navê “qezayê” lê were danîn.

Di vê mirinê de para asfaltê heye.
Para îhmalê heye.
Para nexweşxaneyên ku bi salan lê veberhênan nehatine kirin heye.
Para sîstema tenduristiyê ya navendîkirî heye.

Dayikek nema ye.

Sê zarok dê hemû jiyana xwe di siya wê sibê ya tirsnak de mezin bikin.

Mêrek di beşa lênêrîna giran de hewl dide ku nefesê bistîne.

Dibe ku daxuyaniyên fermî vê yekê wekî qezayeke trafîkê binivîsin.

Lê mirovên ku li vê heremê dijîn rastiyê dizanin:

Hin kes ne li ser direksiyonê, lê di nav bêxwedîbûn û bêdewletiyê de dimirin.

By Nûçedan Media

Nûçe - Çand - Huner

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *