KU | EN | FR | DE | TR

Penaberê siyasî Mehmet Toprak ê ku ji Swîsreyê bo Tirkiyeyê hat deport kirin, piştî ku gihîşt Stenbolê hate girtin û paşê jî hate binçavkirin. Hate ragihandin ku Toprak paşê hate şandin Girtîgeha Silivriyê.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê kesên nêzîkên wî ve hatin dayîn, Mehmet Toprak dema ku gihîşt Tirkiyeyê rasterast ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate girtin. Piştî pêvajoya li qerekolê, ew derxistin dadgehê û li ser wî biryara girtinê hat dayîn.

Ev bûyer nûve dîsa nirxandinên desthilatdarên Swîsreyê yên di pêvajoya deport kirinê anî rojevê. Wan diyar kiribû ku “li Tirkiyeyê xetera girtina rasterast tune ye.”

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li dijî biryara redkirin û deport kirin a Mehmet Toprak a ku ji aliyê Sekreteriya Koçberiyê ya Swîsreyê (SEM) ve hatibû dayîn, gavên qanûnî hatin avêtin. Lêbelê hate gotin ku Dadgeha Îdarî ya Federal a li St. Gallenê jî ev biryar pejirand. Hate ragihandin ku dadgehê nirxand ku ger Toprak were şandin Tirkiyeyê, dê xetereyek cidî dernekeve holê.

Nêzîkên Toprakê jî dibêjin ku tevî ku pêvajoya îtîrazê didomand, pêvajoya deportê bi lez hate bicihanîn. Herwiha hat îdia kirin ku berî ku were deport kirin, ew rastî tundiya fizîkî hatiye. Nêzîkên wî diyar kirin ku li rûyê wî şopên lêdanê hebûn.

Heta niha ji aliyê desthilatdarên Swîsreyê an jî Tirkiyeyê ve li ser van îdîayan daxuyaniyek fermî nehatiye kirin.

Torên piştgiriyê yên penaberan û parêzvanên mafên mirovan ên ku li Swîsreyê çalak in, dibêjin ku di demên dawî de biryarên redkirinê yên li dijî penaberên siyasî yên ji Tirkiye û Kurdistanê tên zêde bû ne.

Komeleyên mafên mirovan dibêjin ku hin kesên ku bi sedema “nebûna metirsiyê” an jî “kêmbûna baweriyê” tên deport kirin, li Tirkiyeyê rastî girtin, binçavkirin û xirabmuameleya dibin.

Herwiha sazîyên mafên mirovan hişyarî didin ku şandina kesên ku di bin xetera îşkenceyê, xirabmuamele an zordariya siyasî de ne, dikare ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve encamên giran biafirîne.

By Nûçedan Media

Nûçe - Çand - Huner

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *