KU | EN | FR | DE | TR

Nûçeya taybet ya Ciwan Değer

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku nêzîkî salek û nîv berê li Tirkiyeyê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hate destpêkirin, bi hewildanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan û tevgera azadiya Kurd asteke girîng bi dest xist. Lêbelê, ji ber ku hikûmeta heyî û komîsyona ku di Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) de hate avakirin ku gavên şênber navêjin, ji aliyê rêxistinên civaka sivîl ve tê rexnekirin.

Rexne û hişyariya civaka sivîl

Serokê Konfederasyona Îzmirê, ku dibêjin em banê 89 federasyon û 640 komeleyan e, û di heman demê de cîgirê serokê “Platforma Biratî û Demokrasiyê” ya ku demeke kin berê di TBMM’yê de hate avakirin, Ferhan Ademhan, diyar kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê mekanîzmaya dewletê gavên zelal û şênber bavêje.

Ferhan Ademhan

“Demokratîkbûn ji çareseriya pirsgirêka Kurd derbas dibe”

Ferhan Ademhan got ku aştîya mayînde li Tirkiyeyê tenê bi çareseriya mayînde ya pirsgirêka Kurd mumkin e û wiha got:

“Demokratîkbûna Tirkiyeyê di çareseriya mayînde ya pirsgirêka Kurd de derbas dibe. Ji bo aştiya mayînde, divê gavên xurt û şênber bên avêtin. Ev jî tenê bi azadkirina Birêz Öcalan an jî bi başkirina şert û mercên wî li gorî qanûnê dikate pêk bê.”

Şert û merc bûne mijara nîqaşê

Ademhan diyar kir ku ji bo pêvajoya baş, şert û mercên karê Abdullah Öcalan divê bên başkirin. Wî got ku çend hewildanên siyasî hene, lê di warê hukûqî de pêşketinên şênber ne têr in.

Daxwaza hevdîtinê bê bersiv ma

Ademhan got ku wan ji Wezareta Dadê daxwaza hevdîtinê bi Öcalan re kir, lê bersivek erênî nehate dayîn.

“Divê her kes berpirsiyarî bigire”

Ademhan bang li hemû aliyan kir ku ji bo ne rawestana pêvajoyê divê bê demdirêjî her kes berpirsiyarî bigire. Wî bal kişand ser girîngiya gavên şênber yên dewletê.

Demirhan: “Bê azadbûna Birêz Öcalan demokratîkbûn ne mimkûn e”

Musa Demirhan

Serokê Celaliyên Herêma Egeyê Musa Demirhan jî got ku mifteya bingehîn ya çareseriya pirsgirêka Kurd azadbûna Abdullah Öcalan e. Wî got ku pêvajoya demokratîkbûnê hêdî pêş diçe û divê gavên zûtir û şênber bên avêtin.

“Azadî şertê pêşîn yê aştiya civakî ye”

Demirhan got: “Bê azadbûna Birêz Öcalan, ne Tirkiye dikare demokratîk bibe û ne gelê Kurd dikare bigihîje statûya ku dixwaze. Azadbûna Birêz Öcalan, azadbûna Kurdan û hemû gelên Tirkiyeyê ye.”

“Pêvajo bi giranî pêş diçe”

Demirhan got ku pêvajo li gorî hêviyan pêş naçe û lê zêdekir: “Pêvajoya demokratîkbûnê mixabin bi giranî pêş diçe. Ji ber vê yekê divê bê derengî gavên şênber bên avêtin.”

Bang ji bo efû ya giştî û rêkûpêkên hukûqî

Demirhan got ku ji bo çareseriyê divê efûyeke giştî ji bo hemû girtiyên siyasî were bicîhkirin. Wî got: “Pêşî divê Birêz Öcalan û hemû girtiyên siyasî bi efûyeke giştî ji zindanê bên derxistin.”

Vegera sirgûnkiriyan û beşdariya siyasî

Demirhan got ku divê şertên qanûnî bên amadekirin da ku endamên tevgera azadiya Kurd li welatê xwe bi azadî bijîn û beşdarî jiyana çandî û siyasî bibin.

Her wiha got ku siyasetmedar, nivîskar û rewşenbîrên Kurd ên ku li derveyî welat dijîn, divê karibin vegerin welatê xwe.

“Bi rêkûpêkekên qanûnî, hemû gelê me yê sirgûnkirî divê karibe vegere axa xwe ya dayikê.”

By Nûçedan Media

Nûçe - Çand - Huner

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *