Îzmîr – Di çarçoveya hevkarîya Kovara BIZOTê û Federasyona Çandê ya Agirî ya Egeyê de, gotûbêjeke girîng a wêje ya Kurdî dê were lidarxistin.
Bi dirûşmeya “Helbesta Bindestan”, roja Şemiyê, 2’yê Gulanê 2026an, di navbera saet 14:00 û 17:00an de, li navenda Federasyona Çandê ya Agirî ya Egeyê, bernameya “Nêrînek li Helbesta Bindestan -Gotûbêj-” dê pêk were.
Di vê gotûbêjê de sê kesayetiyên girîng ên wêje û helbesta Kurdî dê beşdar bibin û nêrînên xwe parve bikin:
– Lal Laleş – Helbestvan û nivîskar
– Fewzî Ciwan – Helbestvan
– Mekî Ekîn – Edîtorê Kovara BIZOTê
Gotûbêj dê li ser rewşa çand, wêje û helbesta Kurdan, kêşeyên wan, girîngiya wan û têkiliyên wan bi hev re çi ne û perspektîfên nû were kirin. Ev bername bi hevkariya Kovara BIZOTê û Federasyona Çandê ya Agirî ya Egeyê tê organîze kirin û ji bo hemû hezkiriyên wêje, helbest û çanda Kurdî vekirî ye.
Cih:
Büyük Çamlıbel İş Merkezi, İsmet Kaptan Mah. 1362. Sk. No:30 Kat:1 Daire:201, Konak – Îzmîr
Edîtorê Kovara BIZOT’ê Mekî Ekîn û Serokê Federasyona Çandê ya Agirî ya Egeyê Erdal Alaca bi Nûçrdan Media re axivîn û gotin: “Em hemû dost û hezkiriyên helbesta Kurdî û bi taybetî gelê Agririyê lu li Îzmirê dijî, vedixwînin ku beşdarî vê gotûbêja girîng bibin û nêrînên xwe bi me re parve bikin.
Em jî wek Nûçedan medya ji hemû xwîner û şopînerên xwe re dibêjin: Jê nemînin û li çand û hunerê xwedî derkevin.


Nûçe – Çand – Huner
