Gorî ragihandinên ku hatin kirin, Îranê êrîşeke bi dronan li ser Kampa Jezhnikan a Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran (PDK-Î) li navçeya Bahirkê ya Hewlêrê pêk aniye û 3 şervan bûne şehîd.

PDK-Î yê de derbarê êrîşan de daxuyanihek da û got:

“Di encama êrîşa bi dronan a Komara Îslamî ya Îranê de li ser kampên me yên sivîl ên li Herêma Kurdistanê, şehîd û birîndar hene. Roja înê piştî nîvro, pêleke nû ya êrîşan bi mûşek û dronan li dijî kampên me yên sivîl hat destpêkirin. Di encama vê êrîşê de, bav û kurek hatin hedefgirtin; Şahîn Azarbarzîn şehîd bû, bavê wî Nadir Azarbarzîn, bi giranî birîndar bû. Di êrîşeke din de ku li ser komek ji Pêşmergeyên me hat kirin, du Pêşmergeyên jin ên bi navê Nada Mîrî û Semîra Allahyarî şehîd bûn û herwiha hinek ji Pêşmergeyên me jî birîndar bûn.”

By Nûçedan Media

Nûçe - Çand - Huner

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir