Screenshot

Komûna Jinê ya Sema Yüce ya ku di bin Navenda Civaka Kurd a Cenevê de xebat dike, ji bilî xebatên xwe yên siyasî, bi xebatên kolektîf ên li ser bingeha kedê jî paceyekî nû li jiyanê vedike.

Ji bilî qursên erbane û govendê, bi xebatên kolektîf di her dema rojê de saz dikin, Komûna Jinê mîna kooperatîfekê dixebite û niha jî bi atolyeya xişlêtên destçêkirî, çavê xwe dane xebatek nû.

Di çarçoveya atolyeya xişkêtên destçêkirî de, beşdarên nû him hunera sêwirandin û çêkirina xişlêtan fêr dibin, hem jî xişlêtên ku bi keda jinan bi ruh dibin, di çarçoveya çalakiyan de bi bihayên hêsan têne firotin û bi vî awayî ji bo pêşxistina xebatên jinan alîkariyê dikin.

Mamoste û beşdarên ku di rojên diyarkirî yên hefteyê de têne gel hev, li benda beşdarên nû ne.

By Nûçedan Media

Nûçe - Çand - Huner

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir