Şaredarîya Farqînê ragihand ku serlêdanên Duyemîn Pêşbirka Çîrok û Helbestan destpê kir.

Gorî daxuyaniyê; Mijara pêşbirkê vejîna Merwanî û hatina biharê ye.


Xelat dê ji bo berhemên ku bi zaravayê Kurmancî yê Kurdî hatine nivîsandin were dayîn.


•Divê berhem berê beşdarî pêşbirkek din nebûbe û nehatibe weşandin.


•Werger an berhemên ku bi hişê çêkirî hatine nivîsandin dê neyên nirxandin.


•Beşdarvan tenê bi helbestek û bi çîrokek dikare beşdarî pêşbirkê bibe.


Pêşbirk ji bo kesên ku berê pirtûka wan nehatibe çapkirin, ji her temenî re vekirî ye.


•Divê berhem wekî dosya Wordê ji silvanbelediyesii@gmail.com re werin şandin.


•Tu dosya bi destan nayên qebûlkirin.


•Beşdarvan divê bi berhemên xwe re, telefon û kurtejiyana xwe jî bişînin.


•Xelat: Yekemîn 15 hezar TL, Duyemîn 10 hezar TL, Sêyemîn 5 hezar TL


•Dîrokên qebûlkirina berhemên pêşbirkê: 1ê Nîsanê 2026 – 1ê Gulanê 2026.

By Nûçedan Media

Nûçe - Çand - Huner

One thought on “SERLÊDANÊN 2. PÊŞBIRKA ÇÎROK Û HELBESTAN YA SERÊ GULANÊ DESTPÊ KIR!”

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir