KU | EN | FR | DE | TR

Komkujî tenê laşên mirovan perçe-perçe nake. Wijdana civakê, pêşeroja wê û hêviya jiyana bi hev re jî wêran dike.

Di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li Sirûcê tiştê ku qewimî ji vê yekê ne cûdatir bû.

Sî û sê ciwanên ku diçûn ji bo Kobanêyê pêlîstokan bibin hatin kuştin. Zêdetirî sed kes birîndar bûn. Hêviya dawî ya gel a ji bo aştiyê jî di wê hewşê de di nav xwînê de hate hiştin. Kesî ev yek nedît.

Ji ber ku yên ku diçûn Sirûcê ne ji bo şer nediçûn. Di destên wan de çek tunebûn. Ji bo zarokan pêlîstok, ji bo dîwaran reng, di çavên wan de hêviya cîhaneke ronak û di bin sînga wan a çepê de jî wijdan hebû.

Her ji ber vê yekê bûn armanc.

Cellad ji kaosê xwedî qezenc bû, dixwest hêviyê bikuje.

Komkujiya Sirûcê di bîra gelê Kurd de tu carî wekî êrîşeke terorê ya asayî nehate dîtin. Ji ber ku berî komkujiyê jî pirs hebûn, piştî wê jî hebûn. Her çend sal derbas bûn, bersivek ku wijdana civakê qayîl bike ji wan pirsan re nehat dayîn.

Di derbarê rêxistinbûna DAIŞê de li Tirkiyeyê gelek hişyarî hatibûn kirin. Tevgera li ser sînor bûbû mijara ku herkes li ser diaxivî. Tevî vê yekê, rê li ber çûna dehan ciwanan ber bi mirinê ve nehat girtin an jî nexwestin ku were girtin.

Mirov bêguman dipirse:

Ma dewlet bi rastî nedît, yan jî nexwest ku bibîne?

Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoğlu got ku wan “şaneyên razayî” yên DAIŞê dizanibûn, lê “berî ku çalakiyê bikin bi qanûnî ne mumkun e ku were destwerdan kirin.” Ev gotin di hişê gelek kesan de tenê pirsakek mezin kir:

Wisa ye ku şaneyên razayî hatibûn zanîn.

Dewlet ji bo ku destwerdan neke, qanûn wekî hincet pêşkêş dikir.

Lê li cihê ku berjewendiya xwe hebû, heman dewletê digot: “Li bendê qanûnê nemînin; tiştê pêwîste bikin, qanûn wê paşê li pey we were.”

Wê demê çima sî û sê ciwanên Sirûcê nehatin parastin?

Piştî wê, daxuyaniyek din jî birîn hîn kûrtir kir. Gotina Davutoğlu ku piştî bûyera Sirûcê dengên AK Partiyê zêde bûne, bi taybetî di nav kesên ku êşa komkujiyê dijiyan de şikestineke mezin çêkir. Ji ber ku gel di şînê de bû, lê siyaset li ser hesabê qezencê diaxivî. Dewlet an jî hikûmeta ku dewlet birêve dibir, ji kaosê xwedî qezenc bû. Ji vê re meneyeke din tune bû.

Piştre gotina ku failê êrîşê hate girtin û hate radestkirina dadê, di rastiyê de mîna delîlekê bû ku hikûmet çiqas ji ronîkirina vê bûyerê dûr bû. Ji ber ku xwekuj li cihê bûyerê xwe teqandibû perçe perçeyî bibû. Ne mimkûn bû kû wî bigrin û derxinê dadgehê. Ji ber vê yekê ev daxuyanî baweriya gel bi vegotina fermî ya dewletê hîn zêdetir lerizand.

Dibe ku her nakokî bi tena serê xwe nebe ku hukmeke qet’î bide.

Lê carinan nakokî li ser hev kom dibin û ev girêka nakokiyan îhtîmaleke din nahêle.

Mirov êdî ji bersivan zêdetir bêdengiyan guhdar dike.

Ji bo beşeke girîng a gelê Kurd, Sirûc bi vî rengî tê xwendin.

Piştî komkujiyê pêvajoya çareseriyê bi fiilî bi dawî bû.

Çek dîsa axivîn.

Bajar hatin dorpêçkirin.

Cizîr şewitî.

Sûr hilweşiya.

Nisêbîn hate bêdengkirin.

Silopiya bedelên giran da.

Bombeya ku li Suruçê teqiya, ne tenê sî û sê mirov kuşt, lê îhtîmala aştiyê jî kuşt.

Her wiha, iradeya ku diviya hesabê Sirûcê bipirse û rastiyê ronî bike, xwe mîna miriyan dikir û tenê bi diyarkirina kesê ku bombeyê teqand qenaet dikir.

Ji ber vê yekê em dipirsin:

Ev welat çima nikarîbû sî û sê ciwanan biparêze?

Çima tevî ewqas hişyariyan komkujî nehat pêşgirtin?

Çima perdeya sisê ya li ser vê êşê heta niha nehate rakirin?

Û çima dad her sal hîn dûrtir bû?

Êş di bin siya hesabên siyasî de hate hiştin.

Sal li ser Sirûcê derbas bûn.

Dem ji bo başkirina birînan têr nebû.

Rastiya ku wekî rojê eşkere bû ji civakê hate veşartin.

Av hate şêlûkirin da ku dad neyê bicihanîn.

Yên ku wê rojê hatin parastin, îro li Sûriyeyê ew bûne iradeya ku dewletê birêve dibin.

Û ya ku herî zêde di hişê mirovan de maye;

“Yê ku me kuşt, bêdewletî bû.”

Dibe ku mîrasa herî giran a Sirûcê jî ev be.

Ne tenê sî û sê ciwan

Her wiha perçeyên dawî yên baweriya gelekî jî di wê hewşê de hatin veşartin.

By Nûçedan Media

Nûçe - Çand - Huner

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *