KU | TR | EN | FR | DE

DYA, bi referansa Wezareta Derve jî, daxwaza vîzeyê ya nivîskar, rojnamevan û parlamenterê berê Mehmet Metiner red kir.

Parlamenterê Semrûrê berê yê AK Partiyê Mehmet Metiner, ji bo çûyîna Amerîkayê serlêdana vîzeyê kir, DYAyê vîze nedayê. Partiya Metîner berê soz dabû ku rêwîtiya bêvîze pêk bîne, lê belê parlamenterekê wê yê berê îro nikare vîzeya DYA bistîne.

Mehmet Metiner di hesabê xwe yê medyaya civakî de got ku, tevî ku di destê wî de nameyek fermî ji Wezareta Derve hebû, daxwaza wî ya vîzeyê ji aliyê DYA ve hate redkirin.

Metiner di parvekirina xwe de wiha got:

“Ez hêvî dikim ku Wezareta Derve ya me di vê mijarê de ya ku pêwîst e bike. Sedem ev e ku ez li dijî siyaseta DYA û Îsraîlê me û min ev yek di medyayê de bi dengekî bilind gotiye. Têgihiştina wan ya azadiyê tenê ev qas e.

Rastî min texmîn dikir ku ew ê vîze nedin. Min şaş nekir. Lêbelê, ji bo ku ez test bikim, min dîsa jî serî da.”

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *