Do li Qamişlo, li çarrêya Zorî, êrîşekî bi çek li dijî ala Rojava hate kirin. Hate gotin ku kesê ku ev êrîş pêk aniye, yek ji wan kesan e ku berê di îstixbarata Baasê de dixebitî. Helwesta bêhurmet a li hember alayê, li herêmê nerazîbûnek mezin çêkir.

Piştî bûyerê, li gelek herêmên Rojava’yê gel derket ser kolanan. Kesên ku beşdarî xwenîşandanan bûn, gotin ku ev êrîş û bêhurmetî li dijî alayê nayê qebûlkirin û ew bûyer protesto kirin.

Li ser van pêşveçûnan, Hêzên Evlekariya Hundirîn daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji bo girtina lezgîn a kesê ku êrîş kir û radestkirina wî ji dadê re xebat hatiye destpêkirin. Her wiha hate diyarkirin ku hêzên ewlehiyê li hember her pêşveçûnekê di rewşa amadebûnê de ne. Di daxuyaniyê de ji gel re jî bang hate kirin ku bi aqilmendî hereket bikin û rê nedin provokasyonan.

Di aliyekî din de, Ferhad Şamî jî parve kirinek kir. Şami got ku kesê ku êrîş pêk aniye, alîgirê berê yê Baasê ye. Wî her wiha got ku gundê ku ev kes lê dijî, bi bazirganiya narkotîkan tê nasîn. Şami diyar kir ku hêzên têkildar dê li dijî vê rewşê gavên pêwîst bavêjin û dê nehêlin ku bûyerên wisa dîsa çêbibin.

p

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *