Li Idlibê, ku di bin kontrola HTŞ’ê de ye û di nav îdareya Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê de cih digire, îdîayên girîng derketine holê. Li gorî van îdîayan, li zanîngeha ku li wir perwerdehiyê dide, diplomayên zanîngehê ne li gorî şarezayî û mafê xwendinê, lê li gorî nêzîkbûna siyasî û girêdana bi rêveberiyê tên dayîn. Ango: sextekarî tê kirin!
Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin, piraniya koma yekem a ku di beşa zanista siyasî de qonaxa amadekariya masterê derbas kiriye, ji kesên ku ne bi rabûna wan a akademîk, lê bi kar û wezîfeyên ku niha di dest wan de de hene û bi girêdana wan a siyasî têne nasîn, pêk tê.
Di lîsteyê de gelek kes hene ku di wezaretên karûbarên derve, veguhastinê, çandê û rêveberiya herêmî de kar dikin. Di nav wan de wezîrên berê, walî, nûnerên dîplomatîk û berpirsên ewlehiyê hene. Tê gotin ku ji şarezayiya wan a akademîk zêdetir, pozîsyona wan a siyasî bûye sedema ku hatine hilbijartin.
Her wiha tê îdîakirin ku ev saziya berê jî hin kesan rasterast bi navê doktorayê xelat kiriye. Ev rewş nîqaşên girîng derbarê taybetmendiya pergala perwerdehiyê û baweriya diplomayên ku têne dayîn de çêdike.
Di nav hin kesên ku navên wan di lîsteyê de hene de ev kes hene:
— Muhammed el-Ömer: Rêveberê Karûbarên Pêkanînê û Serokê Karûbarên Konsolosiyê li Wezareta Karûbarên Derve; her wiha wezîrê berê yê Medyayê di Hikumeta Rizgariyê de ku veguhestiye Şamê.
— Muhammed Şerm: Wezîrê berê yê Veguhastinê di Hikumeta Rizgariyê de ku veguhestiye Şamê.
— Enver ez-Zebi: Walîyê Deraayê.
— Muhammed Osman: Walîyê Lazqiyê.
— Ahmed Tume: Berpirsê Karûbarên Siyasî li Gundanê Şamê.
— Raafat el-Cîlo: Berpirsê Karûbarên Siyasî li Lazqiyê.
— İyad el-Hezza: Misteşarê Balyozxaneya Sûriyeyê li Lubnanê.
— Muhammed Zakariya Lebabidi: Misteşarê Balyozxaneya Sûriyeyê li Çînê.
— Ali el-Hasan: Cîgirê Wezîrê Çandê.
— Mazen Aluş: Berpirsê Têkiliyan li Rêveberiya Giştî ya Bender û Gumrûkan.
— Abdülkadir Tahuş: Serleşkerê berfireh û berpirsê Daîreya Leşkerî ya Qebûlkirina Leşkeran li Wezareta Berevaniyê.
— Muhammed Abdülgani: Serleşkerê Ewlehiya Navxweyî li Parêzgeha Helebê.


/Çavkaniyên heremî/

