
Rojnameya dîjîtal “Nûçedan” a ku demeke li ser platformên medyaya civakî weşanên ceribandinê dikir, niha bi fermî li ser malpera xwe dest bi weşanê kir.
Nûçedan; sazîyek medyayî ya bi bingehê Kurdî ye ku dixwaze bibe alternatîfek ji bo platformên medyaya Kurdî yên bi zimanê Tirkî weşan dikin.
Ew dê ji her derê dinyayê nûçeyên siyasî, çandî, hunerî, wêjeyî û nûçeyên rojane pêşkêş bike.
Her wiha nivîskarên Kurd dê nivîs û nêrînên xwe jî li ser “Nûçedan”ê bi xwîneran re parve bikin.
Nûçedan bixwînin û bê nûçe nemînin!

Nûçe – Çand – Huner
