Qanala ku bi navê Ava Media te nasîn û bi taybetmendî jî ew rojnamevana bi navê Sureya ku dilê Kurdan de cîh girtibû rûyên xwe yê rast derxistin hole. Xweyakir ku di bengeha wan de gemar he ye.
Kurdên ku li ser rûyê cîhanê dijîn û bi taybeymendî jî çar perçeyên Kurdistanê bi yek reng û bi yek deng rabûne ser xwe, bûne yek û dibêjin “Yeke yeke yeke Kurdistan yeke!” Lê belê xweyaye kû ev rewşa xweş û geş, xweşa Ava Mediayê û Sureya Xanê naçê!
Vîdyoyê temaşe bikin, Ava Medya û Sureya Xan dema ku nûçeyan didin, ser ruyê Birêz Abdullah Ocalan wek suçdarêkî an jî wek kesekî ku nayê qebûl kirin digrin û wisa didin nîşan. Ev bê rêzî ne tene ku ji Birêz Abdullah Ocalan re hatiye kirin. Bila bê zanîn ku ev bê rêzî ji hemû Kurd û yekîtiya Kurdan re hatiye kirin!
Em wek Nuçedan Media hişyarî didin Ava Media û Sureya Xanê, em dibêjin: dev ji van karê xerab berdin. Bi gorî armancê dijmin reçûyînê biterikînin. Bikevin bin xizmeta gelê Kurd, hember nirxên kurda bê rêzîyê nekin. Ji bo yekîtiya Kurdan karê xwe bikin.

Nûçe – Çand – Huner
