Birayê, Hevserokê HDP’ê yê berê, Figen Yüksekdağ, M. Cavit Yüksekdağ jiyana xwe ji dest da

Birayê Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê, Figen Yüksekdağ, M. Cavit Yüksekdağ, li Nexweşxaneya Bajarê Edenê şeva derbasbûyî jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku Yüksekdağ demek dirêj ji ber pirsgirêkên tenduristiyê li nexweşxaneyê di bin dermankirinê de bû.

Cenazeyê M. Cavit Yüksekdağ ê roja Îniyê ji mala malbatê ya li Mahalleya Namık Kemal a navçeya Seyhan a Edenê were rakirin û piştî nimêja Îniyê li goristana malbatê ya li gundê Gölovası, ku girêdayî navçeya Yumurtalık ê, were definkirin.

Di heman demê de, tê hevîkirin ku Figen Yüksekdağ jî beşdarî merasîma cenazeyê bibe.

Partîya DEM’ê jî daxûyaniyek da û sersaxî xwest.

By Nûçedan Media

Nûçe - Çand - Huner

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir