KU | EN | FR | DE | TR

Ez bawerim êdî kêm kes maye ku vîdyoya ku Mem Ararat li ser hesabên xwe yên medyaya civakî parve kir û tê de dilê xwe ji gelê Kurd re vekir, nedîtibe. Bi rastî jî, vîdyo di saetên yekem de balkişandinek mezin dît û gihîşt gelek kesan. Lêbelê, civaka me gelek caran bûyeran bi çavê alîgirî an dijberiyê dinêre, di vê mijarê de jî heman refleks nîşan da.

Hema ku vîdyo hate weşandin, komeke ku demek dirêj e êrîşê tevgera siyasî ya Kurd, sazî û destkeftiyên gelê Kurd dike, ket nav çalakiyê. Herçiqas wan ji hest û ramanên Mem Ararat û ji mexdûrbûyîna wî îdia dike re qet nirx nadin jî, vîdyoya wî wekî amûrek bikar anîn da ku êrîşan li ser tevgera Kurdî û sazîyên wê zêde bikin. Wisa xuya kirin ku ne pirsgirêkek di nav malbatê de heye, lêbelê pêşbirkek di navbera du aliyan de heye. Bi hişmendiya tribûnê aliyên xwe dagirtin. Lê ti faydeyeke vê nêzîkbûnê ji bo gelê Kurd tune; berevajî, ji zirarê pê ve ti encamek nade.

Dîsa, aliyê din jî vala nema. Ew kesên ku li aliyê din rawestan gotin: “Hunermendek ku bi ziman, çand û êşên gelê Kurd mezin bûye û ji vê rêyê nav û qezanc bi dest xistiye, çawa dikare vê mijarê li ber çavê gel eşkere bike? Li hemberî êşên kesên ku ji bo vê dozê can, mal, malbat û azadiya xwe dane, çi girînhiyên pereyê Mem Ararat heye?” Bi van gotinan wan rexneyên tund kirin. Hin kesan gotin ew hunermend nîne, hinên din jî wî bi xiyanetê tawanbar kirin.

Lê gelo dema ku pirsgirêkek derdikeve holê, tenê ji ber ku mijar sazî ne, divê rexne bê bêdengkirin? Ma ev nêzîkbûn bi bingehên demokrasî û azadiyê yên ku sazîyên me li ser wan ava bûne re çiqas li hev tê? Em çawa dikarin vê dûrketina ji prensîbên xwe, ne tenê ji kesên din re, lê ji xwe re jî şirove bikin? Ma şeytankirin û bêbandorkirina her kesê ku rexne dike, ne formeke din a zihniyeta zordar a ku em li dijî wê têdikoşin e? Ma bingehê me rexne û xwe-rexne nebû?

Li aliyekî, kesên ku mexdûriyeta Mem Ararat ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî wekî materyalê bikar tînin; li aliyê din jî, kesên ku wî bi xiyanetê tawanbar dikin û azadiya rexne û gotinê ya gelê xwe asteng dikin… Her du nêzîkbûn jî di eslê xwe de zirarê didin gel û nirxên wî biçûk dibînin. Ne rast e ku sazî bên kirin ne rexnebar, ne jî ku pirsgirêkên kesane bên kirin serişteya hesabên siyasî.

Rastî an rasttirîn nêzîkbûn çi ye?

Rastî ev e: Hûn dikarin Mem Ararat hez bikin an nekin; ev mafê her kesî bi xwe ye. Lê Mem Ararat endamekî vî gelî ye, zarokekî vê civakê ye. Ji vê zêdetir, ew bi salan e ku bi hunera xwe ji bo çanda Kurdî xebitîye û bûye nirxek girîng. Îdiayên wî hene û li gorî gotina wî, ew hatîye mexdûrkirin. Ji ber vê yekê, tiştê ku divê were kirin ev e ku em bê pêşdarazî guh bidin wî û îdiayên wî bi cidiyet binirxînin.

Di vê mijarê de û di rewşên mîna vê de, divê sazîyên me ew qas hestiyar bin û pêvajoyê ew qas bi zelaliyê bimeşînin ku rastî bi hemû aliyên xwe ve derkeve holê.

Heke rast be ku Mem Ararat hestiyariyên gelê xwe hesab nake û li hemberî êşên gel hêrsên xwe yên kesane pêş dixe, divê ev nêzîkbûn bi awayekî vekirî were rexnekirin û bê gotin ku li hemberî êşên gel, berjewendiyên kesane qet nirxek nînin.

Lê heke Mem Ararat mafdar be; mafên wî bi zanebûn hatibin desteserkirin û hin kes jî sazîyên gel wekî sipera xwe bikar bînin û wan wekî milkê xwe birêve bibin, divê ev rewş di çarçoveya xwe-rexneyê de were ravekirin, berpirsiyarên van bûyeran bên mahkûmkirin û tedbîrên pêwîst werin girtin da ku ev tişt dubare nebe. Tenê bi vî awayî gel û hunermendên me dikarin xwe beşek ji van sazîyan bibînin.

Bê guman, sazîyên ku îdîaya azadî û rizgariya gel dikin, divê vê mijarê bi berpirsiyarî bigirin, bi alîyên têkildar re têkiliyan ava bikin û pêvajoyê bi awayekî dadî û zelal bi dawî bikin. Bi derxistina hev, biçûkkirin û tunekirinê em nikarin tu pirsgirêkek çareser bikin.

Her civak carinan nîşaneyên nexweşî nîşan dide. Ji bo gelê Kurd ku nifûsa wî derbasî pêncî milyonî bûye, xuya bûna van pirsgirêkan ne tiştek ecêb e. Ya ne normal ev e ku em van pirsgirêkan nebînin, li ser wan neaxivin û ji çareseriyê dûr biçin. Hîn xerabtir jî ew e ku pirsgirêk wekî amûrê êrîşê were bikaranîn an jî kesên ku dibêjin mexdûr bûne, bi xiyanetê bên tawanbarkirin.

Ji ber vê yekê, li şûna ku em vê mijarê bikin serişteya êrîşan li hev, divê em zêdetir li hev werin, guh bidin hev û di nav çanda nîqaşê de rêyên çareseriyê bigerin.

Di vê xalê de, berpirsiyariya herî mezin li ser Mem Ararat û li ser kesên ku bi vê mijarê ve têkildar in dikeve. Her du alî divê bi mezinahî tevbigere û rê nede ku ev mijar ji aliyê çerxên cuda ve were suistîmal kirin. Tenê bi diyalog, têgihiştin û rêzgirtina hevdu ve em dikarin hem li ber mexdûriyetên kesane bisekinin û hem jî yekîtî û piştgirtina civakî xurt bikin.

By Nûçedan Media

Nûçe - Çand - Huner

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *