Sırrı Sakık Salon Terk Kir!
Li Eskişehirê, di çarçoveya Roja Cîhanî ya Ağıriyan de, di bernameya ku ji aliyê Komeleya Ağıriyan a Eskişehirê ve hatibû amadekirin de, ji ber ku di proyokolê de cîh nedabûn partiya DEM’ê — ku li Agryê ji her 4 kesan dengê 3 kesan digre —parlamenterê DEM Partiyê yê Agryê, Sırrı Sakık, bi nîşandana bertek salonê terk kir.
Sırrı Sakık di daxuyaniya xwe ya li ser platforma X’ê de wiha got:
“Di şeva ku em beşdarî bernameya Komeleya Ağıriyan ya Eskişehirê bû , dema ku serokên parêzgehê yên AKP û CHP di protokolê de mafê axaftinê wergirtin, ev maf ji DEM Partiyê — ku piraniya mezin a Ağıriyan temsîl dike — hat stendin.
Li hember vê neheqiyê ya eşkere, me bertekên xwe nîşan da û daxwaza dadperweriyê kir. Lê dema ku vê daxwazê bersiv nedît, me ji ber berpirsiyariya me ya li hember kesên ku em temsîl dikin, salon terk kir.
Bi salan e em di têkoşîna hebûnê de ne, me qebûl nakir ku hebûna me tune biheaibînin
Bi taybetî jî di komeleyek ku ji bo navê Ağıriyan hatiye damezrandin de, em tu carî bêdeng namînin.
Bila ev wiha were zanîn.”
Ji aliyê din ve, nêzîkbûna Komeleya Ağıriyên Eskişehirê bi AKP û CHP re û derxistina DEM Partiyê ji derveyî protokolê, di nav raya giştî de bû sedema bertekan.
