Qedexekirina derketina derveyî welat a rojnamevanan bê sedem tê redkirin!
Komela Rojnamevanên Dîjle û Ferat ragihand û got: Di çarçoveya lêpirsîna ku li Amedê hate meşandin de, di meha Pûşber a 2022’an de 19 rojnamevan hatin girtin. Ji wan 19 rojnamevanan 16’yan zêdetirî salekê di zindanê de man. Doza wan a ku li dijî wan tê meşandin, dê sibê li Dadgeha Cezayê Giran a 4’an a Amedê were pêk anîn.
Rojnamevanên ku bi tawanên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” têne darizandin, daxwaza wan ya rakirina qedexeya derketina derveyî welat (tedbîra kontrola edlî) zêdetirî 3 salan e bê sedem tê redkirin.


Nûçe – Çand – Huner
