Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netenyahu li ser platforma X’ê parvekirinek kir û ji Serokê Tirkiyê Erdoğan re gotinên giran got.

Netenyahû di parvekirina xwe de got: Di bin serokatiya min de, Îsraîl dê şerê rejîma terorîst a Îranê û alîgirên wê bidomîne; berevajî Erdogan, ku çavên xwe ji wan digire û welatiyên xwe yên Kurd dikuje.
Ji aliyê din ve, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsraîl Katz jî postek berê bi Îbranî û dû re jî bi Tirkî nivîsand û wiha got:

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoğan, piştî ku li hember mûşekên ku ji Iranê ve hatin avêtin ser axa Tirkiyeyê bê bertek ma û nikaribû dengê xwe bike, xûyakir ku ew wek pilingekî kaxez e. Niha dest bi antisemitîzmê dike û li Tirkiyeyê li dijî rêbertiya siyasî û leşkerî ya Israel biryarên dadgejîyên bê bingeh îlan dike.
Çi qas absurditî ye ev. Kesek ku endamê “Birayên Bisilman” e û Kurdan dikuje, Israela ku niha li bember hevalên wî yên Hamas xwe diparêze, bi sûcê komkujiyê tawanbar dike.
Israel dê bi hêz û bi biryarî xwe biparêze – ji bo Erdoğan çêtir e ku rûniştî bê û bêdeng bimîne.
