google-site-verification=-4w6YuLJeRwY8dapHHeTLBOEFjNYfRmG7jhf-H4QbgE

Ji kesên ku li navenda bajarê Agirî û navçeyên wê, di serdegirtinên malan de hatine binçavkirin, 13 kes hatine girtin.

Ajansa Mezopotamyayê ragihandû got: Kesên ku piştî pîrozbahiyên Cejna Newrozê li navenda bajarê Agirî û navçeyên wê di serdegirtinên malan de hatine binçavkirin, piştî karûbarên li qereqola polîsan, sewqê dadgehê bûn. Ji kesên ku anîn dadgehê, 13 kes hatin girtin û dadgehê ew şandin girtîgehê. Girtin bi hinceta “berxwedana li dijî polîsan” hat kirin.

Xizmên kesên ku hatine girtin li ber dadgehê kom bûn û li dijî biryarê nerazîbûn nîşan dan. Malbatan bi qîrîna dirûşmeyan û fîtikan nerazîbûn nîşanê girtinê dan.

By Nûçedan Media

Nûçe - Çand - Huner

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir